Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên îro yên dijî Xeta Xezeyê da 33 Filistînî hatin kuştin

Ramzi Mahmud, Hosni Nedim, Halime Afra Aksoy  | 02.09.2025 - Rojanekırın : 02.09.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên îro yên dijî Xeta Xezeyê da 33 Filistînî hatin kuştin

Gazze

Îro ji serê sibehê û vir va di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî deverên cuda yên Xeta Xezeyê da 33 Filistînî hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê û şahidan hatin hildan, artêşa Îsraîlê li herêmên curbecur yên li Xeta Xezeyê êrîşên xwe yên dijî sivîlên Filistînî didomîne û di van êrîşan da konên Filistîniyên derbederbûyî, malên sivîlan û her wiha kesên li benda alîkariyê ne bûn armanc.

Li Xeta Xezeyê di êrîşên artêşa Îsraîlê da ji serê sibehê û vir va 33 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın