Sercan İrkin
30 Adar 2025•Rojanekirin: 01 Nîsan 2025
Di du erdhejên li Myanmarê yên ku mezinahiya wan 7,7 û 6,4 da hejmara miriyan derket 1700î, hejmara birîndaran jî bû 3 hezar û 400.
Ekîba agahdarkirinê ya rêveberiya eskerî ya Myanmarê der barê erdhejên ku di 28ê Adarê li welêt qewimîn da daxuyani da.
Hat diyarkirin ku di erdhejan da heta niha 1700 kes mirin, 3 hezar û 400 kes birîndar bûn û 300 kes jî hê winda ne.
Li nêzî herêma Sagaîngê ya navenda Myanmarê du erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 6,4 pêk hatibûn.
Ji ber erdhejê li welêt gelek xanî hilweşiyan û wêraniyeke mezin çêbû, fikar ew e ku hejmara miriyan zêde bibe.