Hosni Nedim,Ekrem Biçeroğlu,Mehmet Nuri Uçar
30 Adar 2025•Rojanekirin: 31 Adar 2025
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser herêmên cuda yên Xeta Xezeyê da jê 10 zarok, herî kêm 20 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Îsraîlê di roja ewil ya Eyda Remezanê da êrîşên xwe yên li ser herêmên bakur û başûr ê Xeta Xezeyê domand.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên tenduristiyê hatin hildan, artêşa Îsraîlê êrîşî mal, kon û wesayîtên sivîlan ên li navenda bajarê Xezeyê ya li bakurê Xeta Xezeyê, ên li herêma Cibaliyeyê û ên li Xan Yûnisa li başûr, kir.
Di êrîşan da jê 10 zarok, 20 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku zarokên ku hatin kuştin cil û bergên xwe yên eydê li xwe kiribûn.
Her wiha, tankên Îsraîlê bi topan êrîşî herêma Absan El-Kebîrayê ya li rojhilatê Xan Yûnisê kirin, ji ber gulebarana eskerên Îsraîlê kuştî û birîndar çêbûn.
Li Xezeyê li Taxa Tuffahê êrîş li 3 wesayitên sivîlan hat kirin.
Eskerên Îsraîlê êrîşî Taxa Şucaîyyeyê jî kirin.
Li taxa Cîbaliyeyê ya li bakurê Xeta Xezeyê balafirên Îsraîlê êrîşî mala malbata "Mukbîl" kirin, di êrîşê da kuştî û birîndar çêbûn.
Artêşa Îsraîlê piştî peymana ku li Xeta Xezeyê di 19yê Çileya Paşîn da ket rewacê di 18yê Aradê da dîsa dest bi êrîşan kiribû.