Fatih Gazioğlu
03 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2019
Dahata îxracata petrolê ya Iraqê di meha Hezîranê da li gor meha borî kêm bû û daket 1 milyar dolarî.
Wezareta Petrolê ya Iraqê daxuyaniyek weşand û ragihand ku îxracata welat ya petrolê di meha Hezîranê da li gor meha borî 6 milyon warêl kêm bû û daket 105 milyon warêlî.
Di daxuyaniyê da hat gotin hikûmeta Iraqê ji îxrackirina petrolê ya ji meha Hezîranê 6 milyar û 397 milyon dolar dahat qezenc kiriye. Ev reqam di meha Gulanê da 7 milyar û 329 milyon dolar bû.
Hat ragihandin ku sedema daketina dahatê îxrackirinê kêmbûna bihayê petrolê ye.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Petrolê ya Iraqê hat dayîn, di meha Hezîranê da warêleke petrola xam di piyasaya navneteweyî da 60 dolarî hat firotin. Ev reqem di meha Gulanê da 66 dolar bû.