ENBAR
Hat ragihandin ku li Felûceya bajarê Iraqê di êrîşeke rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ya li ser baregeheke leşkerî de 5 leşker mirin û DÎŞIyê li derûdora Seqlawiyeyê kontrol kir destê xwe.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat wergirtin, milîtanên DÎŞIyê êrîş birin li ser baregeha leşkerî ya artêşê ya li bajarokê Seqlawiyeya li bakurê Felûceyê. Hat gotin ku di êrîşê de baregeha leşkerî ji binî ve hat xerabkirin û 5 leşker hatin kuştin û 5 wesayîtên artêşê jî dan ber agir.
Hat îdiakirin piştî vekişîna artêşê, milîtanên DÎŞIyê hemû derûdora Seqlawiyeyê kir kontrola xwe û dest danî ser tank û wesayîtên zirxkirî yên artêşê.