HEWLÊR
Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku piştî penaberên ji Sûriyeyê, di encama êrîşên rêxistina terorê ya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de li Kurdistanê hejmara penaberan derket milyonekî.
Hejmara nifûsê Kurdistanê 5 milyon û 200 hezar e û tê destnîşankirin ku li herêmên ku penaber lê ne, ji 6 kesan yek penaber e. Penaber bi gelemperî xwe dispêrin bajarên Hewlêr, Silêmaniye û Dihokê.
Midûrê Koç û Penaberan yê Kurdistanê Şukrî Barzanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Beriya êrîşên DÎŞIyê yên li ser Mûsilê li gor tesbitên me li Kurdistanê ji Sûriyeyê 226 hezar, ji Îranê 30 hezar, ji Tirkiyeyê jî 12 hezar kes hebûn. Bi kesên ku ji herêmên sunî yên Iraqê hatin ev hejmar bû 755 hezar. Piştî bûyerên li Mûsilê 300 hezar kes hatin û ev hejmar zêde bû û ji milyonekî derbas bû."
- Siqletiya penaberan
Piştî koçkirinên ji Iraqê hejmara penaberên ku xwe dispêrin Hewlêr, Silêmaniye û Dihokê balê dikşîne. Siqletiya penaberan li navenda bajaran xuya dibe.
- Di odeyên 11 mêtroyî de 20 kes dimînin
Hin penaber xwe davêjin otêlên ne baş û di odeyên 11 mêtroqereyî de 20 kes dimînin. Di dema revê de penaber di bin qileqijê de dimeşin û xwe dispêrin bajarên Kurdistanê.
Huseyîn Silêmanê ku 4 zarokên wî hene û piştî ku DÎŞIyê Mûsil dagir kir ji gundê Mahlabê yê tirkmenan reviya û xwe sipart Hewlêrê. Silêman daxuyanî da AAyê û wiha got: "Em di odeyeke otêlê de 15 kes dimînin. Em li bendê ne ku di demeke kurt de şer biqede."
Silêman destnîşan kir ku di dema revê de zarokên wî nexweş ketine û wiha axivî: "Keça min a piçûk ji ber qêleqijê emelî bû û tim vedireşe. Serom danê û bijişk dibêjin gerek li ciyê hênik bimîne. Em şîvar û şerpeze ne. Em di şert û mercên dijwan de dijîn. Em ji siyaseta mezhebperest a hikûmeta Bexdayê aciz in. Em dixwazin wek kurdan bibin xwediyê rêvebireyeke federatîf."
- Herêma Kurdistanê li çareseriyê digere
Herêm Kurdistanê berê ji bo çareserkirina pirsgirêk û pêwîstiyên penaberên ku ji Sûriyeyê dihatin hewl dida û niha jî hewl dide û dixebite pirsgirêka koça navxweyî çareser bike. Herêma Kurdistanê ji bilî van ji bo ewlehiyê, pirsgirêka cî û waran û hwd. li çareseriyan digere.
- NY di dewrê de ye: Ji bo Kurdistanê alîkariya melzemeyên tenduristiyê daye
Berdevkê Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) Adrîan Edwards di civîna çapemeniyê ya Cenewreyê ya NYê de destnîşan kiribû ku li Iraqê di serê salê de 500 hezar kesî ji Enbarê, 500 hezar kesî jî piştî ku milîtanên DÎŞIyê Mûsilê bi dest xistin koç kirin.
Berdevka Ofîsa Cenewreyê ya NYê Corînne Momal-Vanîanê jî gotibû ku ji meşandina karên ewlehiyê hin personelên NYê cî guherandine û qismek personel jî li Hewlêrê rewşê rojane dişopînin.
Berdevka Bernameya Xurekê ya Dinyayê (WFP) Elîsabeth Byrsê jî ragihandibû ku ofîsa xwe ya li Hewlêrê berfireh kirine. Berdevka Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê Fadela Chaîbê jî destnîşan kiribû ku li Kurdistanê ji ber ku hikûmeta navnedî alîkariya derman û aşiyan birîbû, piştgirî xwestine û di vê çarçoveyê de ji bo hin navnedên tendurietiyê yên li Dihok û Hewlêrê alîkariya melzemeyên tenduristiyê dane.