Haydar Şahin
13 Tebax 2019•Rojanekirin: 14 Tebax 2019
Li Bexdaya paytextê Iraqê di cebilxaneya Heşdî Şebiya hêza milîsên Şiî da şewat derket û paşê teqîn çêbû. Hat ragihandin ku di teqînê da kesek mir û 29 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê da hat destnîşankirin ku li Doraya herêma Bexdayê di Kampa Qesrê ya Heşdî Şebiyê da şewat derket, ji ber şewatê topên hewanê înfilaq kirin û parçeyên tpan ser herêmên sivîlan da ketin. Hat diyarkirin ku di encama teqînê da kesek mir û 29 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku rewşa birîndarên tên dermankirin rind e.
Usteymen Hatim el-Cabîriyê li Midûriyeta Ewlekariya Bexdayê wezifedar e di daxuyaniya xwe da gotibû ku ji ber şewata li cebilxaneya Heşdî Şebiyê ya li Kampa Qesrê çêbû hin roket teqiyan.