Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Midûryeta Ewlehiyê ya Bexdayê hatin girtin, li taxên cuda yên Bexdayê 5 wesayitên bombe barkirî hatin teqandin. Di encama teqînan de di nav de zarok jî 22 kes mirin, 7 jê giran bi tevahî 44 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Diyalayê kesên nasnameyên wan nediyar avêtin ser malekî li Taxa Ebû Seyda û jinekê tevî zaroka wê ya 8 salî ve kuştin û revîn.