Önder Beyter
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Hat ragihandin, Borana Irmayê ku li Karayîban da û tê pêşbînîkirin wê bigihêje eyaleta Floridayê ya DYAyê, dibe ku bandorê li jiyana 37 milyon kesî bike.
Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) da hat destnîşankirin ku Barbados û Haitiyê ekîb hatin şandin ku alîkariya mexdûrên Borana Irmayê yên li Karayîbê bikin.
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku dibe boran bandorê li ser jiyana 37 milyon kesî bike.
Ji hêla din va hat ragihandin ku li bakurê Karayîban ji ber Borana Irmayê herî kêm 3 kes mirin.
Borana Irmayê li giravên ku lê da, bû sedema lehiyê ku di encamê da di avahiyan da xesar çêbû.
Daîreya Neteweyî ya Hewayê ya DYAyê ragihand ku ji borana San Felipe ku di 1928an da li Guadeloupe, Porto Rico û Floridayê rabibû û bibû sedema mirina 2 hezar û 748 kesî vir va li Porto Ricoyê boraneke bi qasî Irmayê mezin ranebûye.
Serokê DYAyê Donald Trump ji ber borana Irmayê ku tê pêşbînîkirin wê dawiya hefteyê bigihêje Floridayê, li Florida, Porto Rico û Giravên Virginê rewşa bilez îlan kiribû. Dîsa ji ber boranê li Bahamayan 6 girav hatibûn valakirin.