Haydar Şahin
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Emîne Erdogana jina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û heyeta pê ra hatin Bangladeşê. Li Bangladeşê bi kulîlkan li Emîne Erdoganê pêşwazî kirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin sitandin, Emîne Erdogan ji bo ku balê bikişîne ser drama mirovahiyê ya li Raxayna Bakur a eyaleta Myanmarê û alîkariyên Tirkiyeyê bigihîne mislimanên ji Arakanê li Balafirgeha Ataturk li teyareyê siyar bû û derbasî Bangladeşê bû.
Bîlal Erdogan, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya, Alîkara Serokê Giştî yê AK Partiyê ya Berpirsyara Mafên Mirovan û Parlementera Stenbolê Ravza Kavakçi Kan jî bi Emîne Erdoganê ra hevaltî kirin.
Wek mayîn Serokê TÎKAyê Serdar Çam, Serokê AFADê Mehmet Gulluoglu, Midûrê Giştî yê Hîva Sor Îbrahîm Altan, Seroka TURGEVê Arzu Akalin û Seroka KADEMê Sare Aydinê jî di heyetê da cî girtin.
Emîne Erdogan û heyeta pê ra ew ê kampên li Bangladeşê yên ku mislimanên ji Arakanê lê dimînin ziyaret bikin, der barê bûyerên ku qewimîn da ji mexdûran agahiyan bistînin.