Fatih Gazioğlu
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
RAMALLAH
Serokê Konseya Têkoşîna Dijî Cihûyên Bicihkirî û Dîwarê Cudahiyê Welîd Asaf daxuyaniyek da û dewleta Îsraîlê ji ber xebatên firehkirina projeya bicihkirina cihûyan hişyar kir.
Asaf daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Hikûmeta Îsraîlê tu qanûnên navneteweyî nas nake û bi planên bicihkirina cihûyan sînorên xwe fireh dike, sînorên nû xêz dike."
Asaf got ku cihûyên ku li ser axa wan hatine bicihkirin filistîniyan ditirsînin û nahêlin axa xwe biajon.
Bajarê El Xelîlê li gor peymana ku sala di 1997an da di navbera Îsraîl û Filistînê da hatibû îmzekirin wek H1 û H2 kiribûn du perçe. Li gor peymanê kontrola bajêr ji sedî 80 bi temamî dabûn Filistînê û ji sedî 20ê bajêr jî di warê ewlehiyê da dabûn Îsraîlê û ji hêla rêvebiriyê da jî dabûn Filistînê.