Fatih Gazioğlu
22 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2017
BAKU
Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş der barê pêşnûmaya ku bi hewlên Tirkiyeyê hatibû amadekirin û biryara Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya li ser Qudsê rexne dike di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da hat qebûlkirin nirxand.
Erbaş wiha got: "Di esasê xwe de ev biryar ji Amerîkayekê re bû bersiveke baş. Amerîka her dem xwe, xwediyê dinyayê dihesibîne. Ev biryar bi rastî bi rayên dewletên din va ji wan re bû derseke baş."
Prof. Dr. Erbaş ji bo hin hevdîtina hat Azerbeycanê û Mizgefta Şehîdên Tirkên Bakuyê ziyaret kir. Erbaş li vê derê der barê pêşnûmaya ku bi hewlên Tirkiyeyê hatibû amadekirin û biryara Trumpê Serokê Amerîkayê ya li ser Qudsê rexne dikir de axivî. Erbaş got ku qebûlkirina pêşnûmayê ya bi 129 rayan serkeftinek e û vê biryara kêfa Tirkiyeyê û hemû misilmanan aniye.
Erbaş wiha axivî:
"Di esasê xwe de ev biryar ji Amerîkayekê re bû bersiveke baş. Amerîka her dem xwe, xwediyê dinyayê dihesibîne. Ev biryar bi rastî bi rayên dewletên din va ji wan re bû derseke baş. Înşellah ev wê bibe wesîle ku ew der barê vê biryarê de careke din bifikirin û lêvebin. Vê biryarê bi rastî nîşan da ku dinya ji 5an mezin e. Bi tenê Amerîka ma. Ez wisa difikirim ku ev divê ji wan re bibe îbret."