Abdullah Tel
22 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2017
PEKÎN
Li Hibeya eyaleta Çînê ji camê pireke dirêjahiya wê 488 metre ye hat çêkirin.
Di nûçeya rojnameya "China Daily"ê hat parvekirin da hat gotin ku dirêjahiya pireya ji camê 488 metre û firehiya wê jî 2 metre ye. Pireya bilindahiya wê 218 metre ye li kendalekî qada tûrîstîk a Hongyagu ya ser Pîngşan a navçeya Hibeyê ye hat avakirin.
Di çêkirina pireyê da hezar û 77 camên ku ku qalindiya her yekî 4 santîmetre ye hatin emilandin û giraniya pireyê jî bi qasî 70 tonî ye. Tê payîn ku pire piştî du rojan bê vekirin.
Ji berpirsên avakirina pireyê Liû Çîçî diyar kir ku navê "Pireya Esman" li pireyê danîne û di carekê da heta 2 hezar kes dikarin derkevin ser pireyê lê ewê ji bo her carekê bi tenê destûrê bidin 500 kesî.
- Pireya ji camê ya berê hatibû çêkirin du hefte li ber xwe da
Li Hûnan a eyaleta Çînê par pireyeke ji camê ya dirêjahiya wê 430 metre bû hatibû avakirin.
Hatibû îdiakirin ku camên pireyê li gor camên asayî 25 qat zêdetir bi qelîte ne lê du hefte piştî vekirinê camên pireyê derizîn.