QAHÎRE
Serdozgeriya Misrê, bi îdiaya "teşwîqkirina şidetê" der barê Serokê Birayên Misliman Muhemed Bedîî, alîkarê wî Hayrat Şatir û hemû endamên teşkîlatê, fermana girtinê da.
Her wiha Serokê Partiya Azadî û Edeletê (HAP) Muhemed Said el-Katanî û Alîkarê Serokê Teşkîlata Birayên Misliman Reşad Beyûmî ku hatibûn binçav kirin, birin girtîgeha Tûraya Qahîreyê.
Li gorî xebera Ajansa fermî ya Misrê (MENA) yê, Katanî û Beyûmi yê ku duh êvarê girtin binçav, şandin girtîgeha Tûraya paytext Qahîreyê.
Pêşkêşvanê kanala En-Nas Xalîd Abdullah û pêşkêşvanê kanala Misir 25ê endamê Birayên Misliman Nureddîn Abdulhafiz jî hatin binçavkirin.
Her wiha tê dîyar kirin ku Muhemed Mursî jî li herêma et-Tecemmu el-Xamisê di avayeke artêşê de tê girtin.