QAHÎRE
Berdevkê Wezaretê Tendurustiyê yê Misrê da zanîn ku ji duh êvarê heya niha, di pêvçûnên li welêt de 11 kes mirin û 512 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Tendurustiyê Dr. Yehya Mûsa di daxuyaniya çapemeniyê de got ku li Îskenderiyê 4, li Mursî Marûhê 4, li Menyayê 2, li paytext Qahîreyê Meydana Rabîet'ul Adewiyeyê jî kesek di encama guleberdanê de mirin.
Li Misrê xwepêşandanên beriya ku artêşê derbê bikira berdewam in.