KAHİRE
Serokê Dadgeha Destûrê ya Misrê Muhemed Adlî Mansûr sond xwar û wek fermî bû Serokomarê berwext.
Mansûr beriya ku ji bo Serokomariya bihurbar son bixwe, ji bo Serokatiya Dadgeha Destûrê ya Misrê jî sond xwar.
Piştî ku peywîra Serokê berê yê Dadgeha Destûrê ya Misrê Mahir el-Buhayrî di 30 hezîranê de qediya, Mansûrê ku di 19ê gulana 2013an de hatibû hilbijartin, hat serî. Îro jî ji bo seroktiya dadgehê sond xwar û piştre jî ji ber ku ji hêla artêşê ve duh wek Serokomarê berwext hat tayînkirin, îro ji bo Serokomariya demkî jî sond xwar.