QAHÎRE
Li Qahîreyê li pêş Baregeha Mihafizên Komarê xelkê ku di xwepêşandanê de bû, hat gulebarankirin.
Li gor agahiyên ku mûxabirê AAyê ji peywirdarên nexweşxaneya meydanê girtine, di pevçûnên ku serê sibê qewimîn de 52 kes mirin û ji 300 kesan zêdetir jî birîndar bûn.
Serokomarê Misrê Mûhammed Mûrsî yê yekem car ku bi hilbijartinê hatibû serî ji hêla derbeya artêşê ve ji peywira xwe hatibû dûrxistin. Li ser vê yekê piştgirên Mûrsî yên ku li Meydana Rabiatu'l Adeviyye kom bûbûn, ji ber egera ku Mûrsî li Baregeha Mihafizên Komarê hatiye girtin ber bi li wir meşiyan.
Pêşî bombeya gaza tûj avêtin wan
Ji birêvebirên Teşkîlata Îhwanî Muslumîn Mûhammed el-Baltaci got: "Dema ku li pêş Baregeha Mihafizên Komarê nimêja sibê dihat kirin, hêzên ewlekariyê pêşî bombeya gaza tûj avêtin. Piştre jî xwepêşandêr hatin gulebarankirin"
Baltaci da zanîn ku dema li pêş Baregeha Mihafizên Komarê nimêj dihat kirin, gulebaran çêbû.
Baltaci îfade kir ku ji xwepêşandêrên ku nimêj dikirin 52 kes mirin û 300 kes jî birîndar bûn. Wekî din gulebarana hêzên leşkerî û polês jî bi serê xwe vê karesatê mezintir kir.
Birêvebirê Îhwanê yê ku ji hejmara miriyan fikar e, bangawaziya ferasetê kir.
Piştgirên Mursî hatin dorpêçkirin
Navenda Çapemeniyê ya ku Îhwanên Muslumîn li Meydana Rabiatu'l Adewiyye damezrandiye bangawaziya alîkariyê li cîhanê kir.
Di daxuyaniya ku ji navendê hate kirin de hat gotin ku xwepêşandêrên li Meydana Rabiatu'l Adewiyye û li pêş Baregeha Mihafizên Komarê ne hatin dorpêçkirin. Nahêlin ku Tîmên tendurustiyê bigihêjin li wir û birîndar ji wir bên derxistin.
Ji artêşa Misrê daxuyanî
Artêşa Misrê da zanîn ku xwepêşandêr xwestin dest bidin li ser Baregeha Mihafizên Komarê. Li ser vê yekê di navbera xwepêşandêr û leşkeran de pevçûnek qewimî û di encama pevçûnê de fermandarek mir nêzî 40 leşkerî jî birîndar bûn.
Bangawaziya îstifayê
Berendamê Serokomariyê yê berê û Serokê Giştî yê Partiya Bihêz ya Misrê Abdulmunim Ebu-l Futuh got ku berpirsê vê bûyerê Serokomarê berwext Adlî Mansûr e. Ji ber vê yekê jî bila îstifa bike.
Pêşî li çapemeniyê tê birîn
Piştî artêş dest da ser birêvebiriyê vê sibehê xelk hat gulebarankirin û ji ber vê yekê jî astengên li ber çapemeniyê jî zêdetir bûn.
Leşkerên ku naxwazin ev bûyer li cîhanê belav bibe, deriyê otelên rojnamegeran girtin.
Pêşî li rojnamegerên ku dixwazin biçin Baregeha Mihafizên Komarê tê birîn. Piştî ku hin rojnamegerên biyanî zêde xwestin ku biçin li wir, ji hêla komeke bi navê "Baltecî" derbe xwarin.
Tê îdiakirin ku rojnamegereke biyanî jî hatiye kuştin.