QAHÎRE
Li Misrê artêşê 48 saet dabû siyasiyan ku li hev bên. Ev dem temam bû û artêşa Misrê bi vê hincetê dest danî ser desthilatê. Ajansa nûçeyan ya fermî daxuyaniyek da ku piştî desthilateke berwext hilbijartinên parlemento û meclİsê wê çêbin. Artêşê ragihand ku êdî Muhemed Mursî ne Serokomarê Misrê ye.
Piştî ku artêşê dest danî ser desthilatê weşanên hin televizyonan hat sekinandin. Rêvebirê Kanala 25an daxuyanî da nûçevanê AAyê û diyar kir ku weşanên wan ji hêla Peyka Nîl Satê ve hat sekinandin.
Partiya Edalet û Azadiyê jî da zanîn ku ji cemaeta Birayên Misilman û Partiya Wasatê hin kes hatine binçavkirin. Polêsan li gelek cihan di ofîsên Îxwanê de legerîn kir û hin mirov desteser kirin. Lê hejmara wan nayê zanîn.
Xebatkarên televizyona El Cezireyê jî hatin binçavkirin. Polêsan avêt ser ofîsa televizyona Mubaşir Cezireyê ya Qatarê jî. Li vir jî gelek nûçevan û xebatkar hatin desteserkirin.