Türkan Tosun
31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 01 Mijdar 2017
MADRÎD
Dadgeha Qanûna Bingehîn li ser îtiraza hikûmeta navend a Îspanyayê îlankirina serxwebûnê ya parlamentoya Katalonyayê da rawestandin.
Parlamentoya Rêvebirina Xweser a Katolonyayê di 27ê cotmehê de serxwebûn îlan kir. Hikûmeta Îspanyayê îtiraz kir û endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn serê sibê li hev civiyan.
Dadgeha Qanûna Bingehîn ev îtiraz qebûl kir û biryarên ku di parlamentoya Katalonyayê de hatine dayîn otomatîk hatin rawestandin.
Qanûna Bingehîn di nav 5 mehan de wê li ser vê biryarê bisekine û paşê wê biryara xwe ya dawîn bide.
Ji hêla din Serdozgeriya Îspanyayê xwest ku der barê Serokê Hikûmeta Rêvebiriya Xweser a Katolonyayê Carles Puîgdemont, Alîkarê Serok Orîol Junqueras, 12 wezîr, Serokê Parlamentoya Katalonyayê Carme Forcadell û 5 endamên Lijneya Dîwanê de doz bê vekirin.
Herdu dadgehên ku Serdozgeriyê serî lê da bûn ev daxwaz qebûl kir ku der barê wan de ji ber sûcên "serî li hember dewletê rakirin", "serî hildan û malê kamuyê baş nexebitandin" doz bê vekirin.