Elif Orhan
31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
ASTANA
Hevdîtinên Sûriyeyê yên ku li Astanaya paytextê Kazaxistanê hat kirin de di mijara guherîna hêsîr û girtiyan û bênavber daketina arîkariya mirovahiyê ya ji bo herêmên bin eblûqeyê de lihevkirin çênebû, biryar hat dayîn ku xebatên ser van mijaran bên berdewamkirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ku beşdarî civînê bûn hatin bidestxistin hevdîtinên ku di navbera heyetên Tirkiye, rûsya, Îran, rejima Beşar Esed û mixalefeta eskerî de qediyan.
Aliyan li ser metneke danezanê ya hevpar li hev kirin.
Di hevdîtinan de bi berfirehî li ser mijara guherîna hêsîr û girtiyan sekinîn.
Lê belê ji ber ku tu encam nehat bidestxistin aliyan di metna danezanê de der heqê vîna berdewamkirina xebatên di vê mijarê de cî dan hin hikman û di vê mijarê de li hev kirin.
Li ser pêşniyaza Rûsyayê biryar hat dayîn ku mijara bila welatên garantor di navbera sûriyeyiyan de kongreya diyaloga neteweyî bê kirin binirxînin.
Çavkaniyan destnîşan kir ku hêj biryar nehat dayîn ku kongre bê kirin parvekirina nêrînan a di vê mijarê de dê berdewam bike.
Tê payîn ku hevdîtinên Astanayê di demek kurt de biqedin û Wezîrê Karên Derve yê Kazaxistanê Kayrat Abdrahmaniv danezana encamê bixwîne.