NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Mon der barê Serokomar Muhemed Mursî yê ku ji wezîfeyê hatiye dûrxistin û niha di hepsê de ye û rêveberên Îxwanî Muslîmîn de axivî û xwest ku yan wan serbest berdin û yan jî rewşa wan bê eşkerekirin.
Li gor daxuyaniya ji Berdevkiya Sekreteriya Giştî hat dayîn, Ban Kî-Mon rûdawên li Misrê bi fikar dişopîne û ji hemû aliyan xwest ku bi îtidal tevbigerin.
Ban Kî-Mon dest nîşan kir ku piştgiriya xwepêşandanên aştiyane yên hemû misriyan dike û divê rêveberiya demborî qanûn û serastkirinên bi xêra gel in çêbike. Her wiha Ban Kî-Mon xwest ji bo ku hawirekî di nav diyaloga neteweyî de û bi tevkariya hemû aliyan pêk bê demildest îdareyeke sivîl û qanûnî pêk bê.