Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ji ber ku hikûmeta nû dengê pêbaweriyê hilda Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî pîroz kir.
Ji serokwezîrtiyê daxuyaniyek hat dayîn û gotin ku Barzanî telefonî Îbadî kir û kêfxweşiya xwe ya ji ber avakirina hikûmeteke ku her aliyê di xwe di dihewîne, anî ziman.
Barzanî û Îbadî di axaftina xwe de destnîşan kirin ji bo ku Iraq ji vê rewşa xwe ya niha xilas bibe, gelek girîng e ku hemû aliyên siyasî bi hev re hewl bidin. Barzanî ji Îbadî xwest ku xeletiyên hikûmetên berê neyên dubarekirin, bila daxwaz û şertên kurdan neavêjin pişt guhên xwe û di vê mijarê de hesas tevbigerin.
Barzanî û Îbadî gotin ku divê ji bo îstiqrara û aramiya welêt hewl bê dayîn û ji bo ku axa welêt ji terorîstan bê paqijkirin divê têkoşîn bê dayîn. Her du serok jî di vê mijarê de wek hev difikirin.