Îro li Yêmenê çalakî hatin lidarxistin û di çalakiyna de bûyerên tundiyê derketin. Kameramanê AAyê Adullah Homran jî di çalakiyan de hat derbkirin.
Di çalakiyên li dijî hikûmetê yên ku bi destê hûsiyan ve li Sanayê hatin lidaxistin de hêzên ewlekariyê nehîştin ku rojnamevan dîmenan bikşînin.
Kameramanê AAyê Homran diyar kir dema ku çalakvan ber bi ofisa Serokwezîriyê dimeşyan hêzên ewlekariyê rê nedan ku rojnamevan dîmenan hildin û di wê demê de kameraya wî avêtin erdê û ew jî derb kirin.
Homranê ku ji ber derban hin cihên wî hincirîn diyar kir ku hêzên ewlekariyê nehîştin rojnamevanên din jî dîmenan bigrin.
Li Sanayê di çalakiyên îro nîvro de di navbera hêzên ewlekariyê û çalakvanan de pevçûn derketin û di encama pevçûnan de yekê wan polês 4 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.