HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî daxuyand ku ew dixwazin li Iraqê hikûmeteke di navbera nijad û dînan de cudaxwaziyê û terorê dawî bike bibînin.
Barzanî di peyama xwe ya ku ji bo avabûna hikûmeta nû de got ku ew kêfxweş in ku hikûmeteke neteweyî ya hemû alî di nav de cih digrin hat avakirin.
Barzanî Heyder el-Îbadî pîroz kir, ji wî re serkeftin xwest û daxuyand ku daxwaza wan a herî mezin ew e, kabîneya nû siyaseteke ku her kesî hembêz dike bike.
Serokwezîr Barzanî wiha got:
"Em dixwazin hikûmeteke ku di navbera nijad û dînan de cudaxwaziyê ji holê rake, ewlehî û aramiyê pêk bîne û terorê dawî bike li Iraqê bibînin."
Barzanî daxuyand ku divê ji xeletiyên berê ders bên girtin û wiha got:
"Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de divê gavên cidî û dilsoz bên avêtin. Divê êdî pirsgirêk nebin sedema têkçûna Iraqê û hezîmeta hikûmetan. Ji ber vê ez ji dil û can serkeftina hikûmetê dixwazim."