ERBÎL
Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesud Barzanî ji bo ku beşdarî Foruma Aboriyê ya San Petersburgê bibe, di 19 hezîranê de dest bi gera xwe ya derveyî welêt kiribû.
Gera Barzanî 14 rojan berdewam kir. Barzanî di çerçoveya gerê de, Wezîrê Vejenê Taner Yildiz, Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov jî di nav de bi gelek rayadaran re hevdîtin kir.
Barzanî ji Rusyayê jî derbasî Fransayê bû û bi Serokomarê Fransayê François Hollande re hevdîtin kir.
Piştî van hevdîtinan Barzanî gera xwe qedand û vegeriya Hewlêrê.
Parlementoya Kurdan maweya wezîfeya Serok Barzanî du salan dirêj kiribû û tê çaverêkirin ku Barzanî der barê vê biryarê de daxuyaniyekê bide.
Muxalif li bendê ne ku Barzanî vê biryarê red bike û qebûl neke ku hilbijartinên serokatiyê 2 salan bên paşvedan. Lê aliyê îqtidarê jî hêvîdar e ku Barzanî vê qebûl bike.