SYDNEY
Hat ragihandin di balafira Rêhewaya Malezyayê ku ji Amsterdamê rabibû û diçû Kuala Lumpurê û li ser Ukraynayê ketibû de lêkolînerên navdar ên ku ji bo konferansa AÎDSê diçûn Awistralyeyê hebûn.
Wezîra Karên Derve ya Awistralyayê Julîe Bîshopêdaxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku di balafirê de beşdarvanên Konferansa AÎDSê ya 20min jî hebûn. Bîshopê destnîşan kir ku balafir dê piştî Kuala Lumpurê biçûya Pertha bajaroka Awistiralyayê.
Wisa tê zanîn ku di nav kesên ku mirin de Serokê Civata AÎDSê ya Navneteweyî yê berê Joep Lange jî heye.
Ji hêla din ve Rêhewaya Malezyayê diyar kir ku piştî ketina balafirê rêya seferên Ewropayê hat guherandin.
Di daxuyaniya Rêhewaya Malezyayê de hat destnîşankirin dewsa rêya ku Saziya Hewadariya Sivîl a Navneteweyî wek ewledar nîşan kiribû rêyên din ji xwe re kifş kirine û di çûyîn û hatina Ewropayê de dê wê rê bi kar bînin.
Serokwezîrê Malezyayê Necîp Rezaq diyar kir ku balafirê beriya ketinê banga hewarê daye. Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden jî diyar kiribû gava ku em balafira ketî dinêhêrin meriv dibêje ku balafir hatiyê lêxistin û wer ketiye.