Artêşa Îsraîlê li Dahiyeya herêma Beyrûta paytextê Libnanê êrîşeke hewayî pêk anî
Artêşa Îsraîlê ji 2yê Adarê va 26 êrîşên asîmanî li ser Beyrûtê pêk aniye
Beyrut
Artêşa Îsraîlê li Dahiyeya herêma Beyrûta paytextê Libnanê êrîşeke hewayî pêk anî.
Îsraîl êrîşên xwe yên dijwar li ser Libnanê ku di 2yê Adarê da dest pê kiribûn, didomîne.
Artêşa Îsraîlê bi êrîşeke hewayî Dahiyeya herêma Beyrûtê hedef girt. Piştî dengê teqînekê ji herêmê dûman bilind bû.
Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku ji 2yê Adarê va 26 êrîşên asîmanî li ser Dahiyeya Beyrûta paytextê Libnanê pêk anîne.
- Artêşa Îsraîlê ji 2yê Adarê va 26 êrîşên asîmanî li ser Beyrûtê pêk aniye
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 2yê Adarê va 26 êrîşên asîmanî li ser Dahiyeya herêms li başûrê Beyrûta paytextê Libnanê pêk anîne.
Di daxuyaniya artêşê da hat îdiakirin ku li Beyrûtê dijî hedefên Hizbullahê êrîş hatine kirin.
Li gor agahiyan Artêşa Îsraîlê ji 2yê Adarê va 26 êrîşên asîmanî li ser Beyrûta paytextê Libnanê pêk aniye.
- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya di 2yê adarê da hatibû diyarkirin piştî tesbîtkirina ku ji Libnanê mûşek hatine avêtin, li bakurê welêt sîren ketin dewrê.
Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên asîmanî daye destpêkirin û Beyrûta paytext hedef girtibû û ji asîman û behrê gelek êrîş biribûn ser Libnanê û biryar dabû ku dagiriya bejayî berfireh bike.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê di daxuyaniya xwe ya 5ê adarê da eşkere kiribû ku ji 2yê adarê pê va hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin derketiye 123yan û hejmara birîndaran jî derketiye 638an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
