Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî bajarokên Libnanê da 10 kes hatin kuştin
Beyrut
Hat ragihandin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku li dijî bajarokên başûr û rojhilatê Libnanê li dar xistin, 10 kes hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên ku 2yê adarê li Libnanê dabûn destpêkirin, didomîne.
Li gorî nûçeya NNAya ajansa fermî ya Libnanê balafirên cengê yên Îsraîlê îro bajarokên Seyda, Merwaniye, Serîfa, Eyta Şeab, Tulîn, Mecdel Silîm, Enqûn, Xiyam û Qelawiyeyê yên li başûrê Libnanê kirin armanc.
Artêşa Îsraîlê li dijî bajarokê Dorsê yê li herêma Bealbek a li rojhilatê welêt jî êrîş li dar xist.
Di êrîşa asmanî ya li Cibşîtê 2 kes, li Serîfayê û li Merwaniyeyê kesekî canê xwe ji dest da. Di êrîşeke li dijî mizgeftekê li bajarokê Tulê da muezinekî jiyana xwe ji dest da.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrîşeke asmanî ya li dijî avahiyeke pirqatî li bajarê Seydayê da 5 kes hatin kuştin û 7 kes birîndar bûne.
- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya di 2yê adarê da hatibû diyarkirin piştî tesbîtkirina ku ji Libnanê mûşek hatine avêtin, li bakurê welêt sîren ketin dewrê.
Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên asîmanî daye destpêkirin û Beyrûta paytext hedef girtibû û ji asîman û behrê gelek êrîş biribûn ser Libnanê û biryar dabû ku dagiriya bejayî berfireh bike.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê di daxuyaniya xwe ya 5ê adarê da eşkere kiribû ku ji 2yê adarê pê va hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin derketiye 123yan û hejmara birîndaran jî derketiye 638an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
