NATOyê ragihand ku pozîsyona wê ya parastina mûşekên balîstîk dê di asta bilind da bimîne
Brussels Hoofdstedelijk Gewest
Baregaha Bilind a Hevpeymanên Ewropa ya NATOyê (SAHPE) ragihand heta ku gefên êrîşên Îranê li seranserê herêmê kêm nebin, pozîsyona NATOyê ya parastina mûşekên balîstîk dê di asteke bilind da bimîne.
Di daxuyaniya nivîskî ya berdevkê SHAPEyê Martin L. O'Donnell da wiha hat gotin:
"Duhê, NATOyê bi serkeftî êrîşa mûşekî ya balîstîk a Îranê ya ku Tirkiyey kiribû hedef û pêşî Îranê ev ragihandibû, asteng kir. Wekî din, ez dikarim piştrast bikim ku NATOyê pozîsyona xwe ya parastina mûşekên balîstîk li seranserê hevpeymaniyê zêde kiriye,"
O'Donnell diyar kir ku tedbîra awarte ji aliyê fermandarê Fermandariya Asîmanî ya NATOyê va hatiye girtin, û "helwesta parastina mûşekên balîstîk a NATOyê dê di vê asta bilind da bimîne heya ku gefa êrîşên bêserûber ên Îranê li seranserê herêmê kêm bibe."
O'Donnell anî ziman ku ew nikare ji ber sedemên ewlehiya operasyonel hûrguliyan bide û diyar kir, "Lêbelê, ev sererastkirin tam tiştê ku Fermandarê Bilind ê Hêzên Hevpeyman ên Ewropayê (SACEUR) hewce dike dide da ku Hevpeymaniyê li gorî gefa heyî biparêze."
-NATO: Em bi Enqereyê ra di palpiştiyeke tam da ne
Hevpeymanên NATOyê, hedefgirtina Tirkiyeyê bi mûşekên balîstîk ji aliyê Îranê va, bi tundî şermezar kir û ragihand ku ew bi Enqereyê ra di palpiştiyeke tam da ne.
Di daxuyaniya nivîskî ya NATOyê da wiha hat gotin:
"Konseya Atlantîka Bakur, di asta balyozan da civînek li dar xist da ku agahdarî li ser rewşa ewlehiyê di ronahiya êrîşên bêserûber û berdewam ên Îranê li Rojhilata Navîn û derveyî wê werbigire."
Di daxuyaniyê da ku tê de hate destnîşankirin ku civîn ji aliyê Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte va hatiye lidarxistin, wiha hat gotin: "Hevpeymanên NATOyê, hedefgirtina Tirkiyeyê bi mûşekên balîstîk ji aliyê Îranê va, bi tundî şermezar kir û ragihand ku ew bi Enqereyê ra di palpiştiyeke tam da ne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
