Muhammed Emin Canik
16 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2024
Hat eşkerekirin ku li Libnanê di 24 saetên dawîn da 146 ji 8ê cotmeha 2023yan vir va ji 10 hezarî zêdetir êrîşên asîmanî hatin kirin.
Di nûçeya NNAya ajansa nûçeyan a Libnanê da cî dan rapora Wezareta Hawirdor a Libnanê ya der barê êrîşên Îsraîlê û rewşa li Libnanê.
Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da piranî dijî başûr 146 êrîşên asîmanî bir ser Libnanê.
Bal hat kişandin ku Îsraîlê ji 8ê cotmeha 2023yan vir va 10 hezar û 12 êrîşên asîmanî birin ser Libnanê.
Ji 23yê îlonê vir va jimara kesên ku ji Libnanê derbasî Sûriyeyê bûn ji 456 hezarî derbas bû.