Hakan Çopur
26 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2023
Qesra Spî ragihand ku 3 tesîsên rêxistina Ketaîb Hizbullahê ya ku bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî (ÎHA) va êrîşî baregeha koalîsyona dijî DEAŞê ya li Iraqê kiribû hedef hatin girtin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî da hat destnîşankirin ku duh danê sibê rêxistina Ketaîb Hizbullahê ya ku Îran piştgiriyê didê dijî baregeha Amerîkayê ya li Iraqê bi balafirên bêmirov va êrîş kir, di êrîşê da 3 eskerên Amerîkayê birîndar bûn.
Berdevka Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî Adrienne Watsonê daxuyand piştî êrîşê Serokê Amerîkayê Joe Biden der barê mijarê da hat agahdarkirin û wî jî ferman da ku êrîşeke berdêla vê bê kirin.
Hat gotin li ser vê artêşa Amerîkayê jî êrîşî 3 navendên rêxistina Ketaîb Hizbullahê kir.