Talha Yavuz
22 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2022
Ajansa Anadoluyê (AA) dîmenên eskerên Ukraynayê yên li eniya Stanitsia Luganskayê ya li herêma Donbasê kişand.
Eniya li nêzî Stanitsia Luganskaya bajaroka ji sala 2014an vir da lê di navbera artêşa Ukraynayê û cihêkarên alîgirê Rûsyayê da pevçûn derdikevin li Luganska herêma Donbasê ye.

Ji vir 2 meh berê cihêkarên alîgirê Rûsyayê top avêtin bajarokê û malên li gundê nêzî bajarokê zirar dîtin.
Li eniyê di nav rojê da pevçûn derneket lêbelê eskerên Ukraynayê derdikevin dewriyeyê û bi dûrbînê herêmê kontrol dikin.

Rageşiya di navbera Rûsyayê û welatên Rojavayê da zêde dibe, di vê heyamê da her kes li qerebalixiya xeta eniyê mêze dike.

Ji bo rageşiya li herêmê venegere şer hewlên dîplomatîk dewam dikin, çavê hemû dinyayê li qerebalixiya li eniyê ye.