Bekir Aydoğan
22 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2022
Di komxebata li navenda Hewlêrê hat kirin da li ser xebatên der heqê perwerdehî û dibistanên Tirkmenan, pirsgirêk û çareseriyên wan hat sekinîn.
Dibistana Mearîf a Navneteweyî ya Hewlêrê mazûvaniya komxebatê kir û tevlî Aydin Merûfê Endamê Lijneya Rêvebiriya Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) û Wezîrê Herêma Kurdistana Iraqê yê ji Komên Nijadî û Dînî Berpirsyar e, Ahmet Zekî Olaşê Nûnerê Iraqê yê Weqfa Mearîfê ya Tirkiyeyê, nûnerên Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê û perwerdekarên Tirkmen beşdarî komxebatê bûn.
Wezîr Merûf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di vê komxebata bi pêşîkêşiya Wezareta Komên Nijadî û Dînî va hatiye kirin da li ser pirsgirêk, çareserî û xebatên perwerdehiya Tirkmenan sekinîn.