Dinya

Li Sûriyeyê PKK/PYD ji bo zarokan tevlî rêxistinê bike qursan bi kar tîne

Ayşe Doğru  | 21.01.2022 - Rojanekırın : 22.01.2022
Li Sûriyeyê PKK/PYD ji bo zarokan tevlî rêxistinê bike qursan bi kar tîne

Ankara

 Malbatên ji Sûriyeyê ji ber ku PKK/PYDya rêxistina terorê bi çalakiyên li dervayê xwendingehê bi kar tîne û zarokan tevlî rêxistinê dike bertek nîşan dan.

Li gor xebera Almonîtorê PKK/PYDyê li Amûdê ya dagir kiriye di dawiya sala çûyî da dersa bikaranîna kompîterê da ciwanan, armanca wê ew bû ku ciwanan ji bo armancên xwe têxe esker, piştî qursê 2 qîzên xama mala xwe terk kirin û tevlî rêxistinê bûn.

2 qîzên diçûn qursê û qîza cînara wan a qanî kirin di 21ê mijdarê da tevlî PKK/PYDyê bûn. Qîzikek paşê bi zora malbatê vegeriya mala xwe, herdu qîzên din tevlî rêxistina terorê bûn.

Şems Entara meta Hediyeya tevlî PYDyê bû diyar kir ku rêxistinê ne bi rêya sîlahê bi rêya vê dersê ewlada wan revand.

- Qursan ji bo xapandina zarokan bi kar tînin

Entara çalakvanan femîst a demeke dirêj e li dijî çekdarkirina zarokan têkoşînê dide got PYD/PKK bi taybetî ji bo xapandina qîzan qursên muzîk, kompîter, resim û ziman vedike.

Entarê got li qursan hişê zarokan ji serê wan dibin, bi navbeynkariya saziya Ciwanên Şoreşger a ji îstixdama zarokan berpirsyar va perwerdeyê didin zarokan paşê jî ji bo bidin şerkirin wan dişînin Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê.

Entarê got, "Rêxistin li van welatan çalakiyan dike lê kes nizane zarok tam birine kîjan welatî."

Malbatên dixwazin zarokên wan jiyaneke normak bijî hewl didin ku zarokên xwe yên di destê rêxistinê da xilas bikin.

Bavekî nexwest navê xwe bêje diyar kir ku qîza wî ya 16 salî hê zarok e, aqilê wê nagihêjê ku biryarê bide tevlî rêxistinê bibe.

Belqîs Hesena diya Afîna li Amûdêyê xapandin û tevlî rêxistinê kirin got dema qîza wê 10 deqîqe dereng bihata malê gelekî mereq dikir niha 2 sal e qîza xwe nabîne.

Hesenê wiha got: "Ma ez çito bêjim ez çi dikişînim? Dayikeke ku qîza xwe winda kiriye bifikirin."

Hesenê got ji bo aqûbeta qîza xwe hîn bibe serî li hemû buroyên PYDyê xist lêbelê kesî tiştek ji wan ra negot, agahiyek neda. Hesenê got dibê binpêkirin bira bi dawî be û ji bo qîza wê zû vegere bira çîroka wê bigihînin Neteweyên Yekbûyî (NY).

Gelek malbat li dijî rêxistinê derdikevin lê gelek malbat jî ditirsin ku rêxistina terorê wê întiqamê bistîne ji ber vê deng nakin.

- PYD/PKKyê bi tundî midaxeleyî protestoya malbatan kir

Komîteya Edalet û Rastiyê ya Sûriyeyê diyar kir ku di 3 mehên dawîn ên 2021ê da rêxistinê 9 kur, 8 qîz xapand.

Di rapora NYyê ya nîsana 2021ê da jî tê gotin ku di navbera tîrmeha 2018 û hezîrana 2020î da rêxistinê 400 zarok çekdar kirine.

Entara çalakvan diyar kir ku her roj qîzeke din winda dibe lê dibihîzin ku di mehê da yek vedigere.

Entarê got bi malbatên zarokên hatin xapandin ra sala par 3 protesto li dar xistin, di çalakiya 7ê berfanbarê da marûzî tundiyê man.

Entarê destnîşan kir ku wezîfedarên ewlekariyê yên jin ên rêxistinê ji bo çalakvanan belav bikin li çalakvanan xistin û wiha axivî: "Me çalakiya aştiyane dikir, me dirûşmeyeke mixalif an siyasî jî negot."

Entarê got piştî vê ji tirsa xwe êdî çalakî nekirin lêbelê daxuyaniyan didin çapemeniyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın