Hat ragihandin ku 3 ciwanên îngiliz ên ku hat îdiakirin ji bo ku tevî rêxistina terorê DAEŞê bibin diçûn Sûriyeyê, bi kefaletê serbest hatin berdan.
Di daxuyaniya polêsê Londonê de wiha hat gotin: "3 mêrên ku ji aliyê şaxa têkoşîna bi terorê re ya polêsê Londonê ve hatin desteserkirin di çarçoveya zagonên terorê de bi kefaletê serbest hatin berdan. Ciwanên ji bakûrê Londonê yên ku dudu jê 17 salî û yê din jî 19 salî ne di 14ê adarê roja şemiyê hatibûn girtin."
Hat diyarkirin ji hersê ciwanan xwestin ku di serê meha gulanê de dîsa werin qereqoleke li nevenda Londonê.
Hatibû zanîn hersê ciwanên xwedî pasaportên îngiliz ên ku xwestibûn tevî DAEŞê bibin li ser Îspanyayê re hatibûn Tirkiyeyê.
Di encama xebatên polêsên ku di koma analîzkirina rîskê ya Serokatiya Daîreya Îstixbaratê ya Mûdiriyeta Giştî ya Ewlekariyê Xefûr H., Mihemed N. û Mihemed Abdûla H. li balafirgeha li Stenbolê hatin binçavkirin. Polêsên ku di koma analîzkirina rîskê de dixebitin şik birin ser wan ciwanan wekî ku "şervanên biyanî" ne.
Li dû xebata hevpar a ligel meqamên Îngiltereyê hersê ciwan di 14ê adarê de ji bo Îngiltereyê paşve hatibûn şandin.