Mahmut Geldi
30 Îlon 2024•Rojanekirin: 30 Îlon 2024
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji ber êrîşên hewayî yên dijwar ên Îsraîlê heta niha bi tevahî 105 kes hatin kuştin.
Di êrîşa ku artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê bir ser herêma Eyn ed-Delbê da 36 kes hatin kuştin, 57 kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê hat dayîn, artêşa Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser herêma Eyn ed-Delbê ya li başûrê welêt.
Li gor tesbîtên ewil di êrîşê da 32 kes hatin kuştin, 52 kes birîndar bûn.
Her wiha artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê bajaroka Ankunê kir hedef. Di êrîşê da 4 kes hatin kuştin, 5 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa esmanî ya ku Îsraîlê bir ser başûrê Libnanê da 24 kes hatin kuştin
Di êrîşa ku artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê bir ser herêma Eyn ed-Delbê da 24 kes hatin kuştin, 29 kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê hat dayîn, artêşa Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser herêma Eyn ed-Delbê ya li başûrê welêt.
Li gor tesbîtên ewil di êrîşê da 24 kes hatin kuştin, 29 kes birîndar bûn.