ÎSTANBÛL
Hat ragihandin ku li Helebê rejîma Esed bi tundî bi bombeyên warîlê êrîş dike. Di van êrîşan de kesên ku di şûna ku bi sermayê bimirin, ji neçariyê di malên xwe de dimînin û bêtir zirarê dibînin.
Aktîvîstê ku li Helebê dijî Hemze Ebû Bekir daxuyaniyek da nûçagihanê AAyê û got ku "Rejîma Esed di van rojên dawîn de bi êrîşên bi bombeyên warîlê dixwaze vê peyamê bide gelê Sûriyeyê: 'Heke hûn ji sermayê neqefilin û nemirin, hûn û zarokên xwe hûn ê di malên xwe de bimirin."
Bekir diyar kir ku rejîma Esed bi armanca ku tehdeyê li ser gelê ku li muxalifan xwedî derdikeve bike, sivîlan dikuje û ev nirxandinê kir: "Lê belê hêzên rejîmê dê nekarin di vî warî de bi ser bikevin. Heke bikaribana dê bi ser biketana. Ev sê sal e berxwedana li hember rejîmê berdewam dike heta ku birêvebiriya niha bikeve jî dê berdewam bike."
- "Yê ku ji sermayê bifilite dê bi bombeyan bimire"
Midûra Nûçeyan ya Qenala Televîzyona Helebê Nesîmet el-Helebiyê qala nirxandinên xwe yên der barê êrîşên birêvebiriya Şamê yên ku bûn sedema gelek mirin û zirarê kir. El-Helebî wiha axivî: "Di van rojên dawîn de di nav helebiyan de gotina 'heke kesek ji sermayê bifilite dê bi bombeyan bimire' belav bû."
Helebî da zanîn ku li bajêr êdî cihekî ewledar nemaye û bêyî ku ferqa cihan bikin her der tê bombebarankirin. Helebî got ku kesekî ku li Helebê cihên bombekirî bibîne, dê fehm bike ku gel bi awayekî sîstematîk tê bombebarankirin. Herêm li pey hev tên paqijkirin. Bereksê nêrîna giştî bombebaran bi tu awayî tesadufî nînin.
Helebî got ku nêrîna ku dibêje li paşxaneya van êrîşên dawîn yên birêvebiriya Esed de siyaseteke diyar heye û got ku "Rejîm dixwaze ku cihên di bin qontrola muxalifan de vala bike û ji cihên di bin qontrola xwe de veqetîne, wan deran wêran bike." Helebî diyar kir ku kirinên rejîmê ên ku bi şîara "Em ê an Esed an jî welat bişewitînin" tevdigere, dibe sedemê Sûriyeyeke dabeşbûyî û gel jî wek "alîgirên rejimê" û "dijberên rejîmê" dike du beşan.
Di 10 rojan de 512 kes mirin
Endamê SMDKyê Semîr Neşar jî bal kişand aliyê dîplomatîk ya êrîşên li ser Helebê. Neşar got ku rejîma Esed dixwaze ku peyamê bide ku heke Konferansa Cenevre-2yê bê kirin, dê dawî li êrîş û qetlîamên hovane bîne. Neşar diyar kir ku armanca êrîşên rejîma Esed yên li ser bajêr ne ew tenê ye ku li bajêr xera bike, di heman demê de dixwaze ku tehdeyê li ser gel bike û baweriya şoreşgeran bişkîne.
Neşar diyar kir ku Esed dixwaze peyamê bide ku her çiqas ev der di bin qontrola min de nebe jî ez dikarim zirarê bidim gel.
Li gor rapora ku Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) weşand firokeyên hêzên hewayê yên rejimê bi bombeyen warîlê êrîşî Heleb û bajarokên li der û dorê kir. Di êrîşan de di 10 rojan de zarok jî di nav wan de 512 kes mirin.