SILÊYMANÎ
Penaberên sûriyeyê yên ku ji ber şerê navxweyî ji welatên xwe reviyan û li Kampa Arbatê ya li bajara Silêmaniyeya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) hatin bicîkirin, herî zêde hewcedariya wan bi bijîşk û dermanan heye.
Li kampa ku 15 kîlometre başûrê bajêr e, nêzî 2 hezaran penaber dijîn. Welatiyên xêrxwaz hewceyiya cil û xurekan ya penaberan bi cî tînin. Penaberên ku ji xwe re kar û xaniyekî erzan dibînin piştî demeke kurt ji kampê derdikevin û bi malbatên xwe re li navenda bajêr bi cî dibin. Bi vî awayî tê ragihandin ku jimara kesên ku li Silêymaniyê dimînin, ji 200 hezarî jor e. Kesên ku nikarin li xaniyên navenda bajêr bi cî bibin, li kampê li hember şertên zivistanê yên dijwar, li ber xwe didin.
- Kêmasiya bijîşkên pispor û dermanan
Mihemed Yûsiv qala pirsgirêkên ehlê kampê kir û diyar kir ku kêmasiya wan a herî mezin tunebûna bijîşk û kêmasiya dermanan e. Mihemed diyar kir bi taybetî ji ber ku bijîşkên nexweşiyên jinan tunin, gelek pirsgirêk derdikevin û got ku "Heke destûrê bidin ku bijîşkên sûriyeyî li vir bixebitin dê baş be. Ji ber ku wê demê em dikarin derdên xwe bi hêsanî vebêjin. Bi taybetî ji bo jinan ev yek gelekî girîng e."
Yûsiv da zanîn ku ji ber nexweşiya piyên xwe divê ku bê dermankirin û ji peydanekirina dermanan gazinê xwe kir. Yûsiv wiha axivî: "Ne tenê ez, piraniya me nikare dermanan peyda bike. A rast em nizanin ku dermanên ku tên dayîn bi kêrî çi tên ji ber vê yekê em newêrin ku bi kar bînin."
- Tirsa dibe ku kon bişewitin
Van rojan tirsa herî mezin ya kesên ku li kampê dimînin ew e ku ba konên wan bifirîne. Kon li ser erdê vedane û ji her derê ve ba dikeve hundir ji ber vê yekê ne li gor şert û mercên zivistanê ne. Mihemed Ehmedê ku li kampê dimîne got ku her çi qas zehf zêde nebe jî carîna kon dişewitin û wiha axivî: "Bi destpêkirina sermayê em bi şev nobedê digirin da ku konên me nefirin. Me havînê bi awayekî hedar dikir lê ne gengaz e ku em li ber van sermeyan li ber xwe bidin. Em li konan hewl didin ku bi sobeyên xazê xwe germ bikin. Ev yek jî dibe ku sedem ku xewên me biherimin. Ji ber ku agir zehf zû bi konan dikeve. Ji bo ku li konan kesek nemire ji her malbatê kesek bi şev hişyar dimîne."
Ehmedê ku li dibistana kampê mamostetiyê dike diyar kir ku tevgerin zarokan normal nînin û wiha axivî: "Zarok bi piranî agresîf tevdigerin û di navbera xwe de gelekî şer dikin. Em çiqas ji destê me bê zarokan aş dikin û hewl didin ku ew hev fehm bikin. Helbet ev her dem zehf hêsan nîne."
- Ji ber birçîbûnê nikarin vegerin
Xalid Ebdullah jî got ku piraniya penaberên li kampê dimînin di gel şer dixwazin vegerin welatê xwe û diyar kir ku ji ber xelaya ku dest pê kir nikarin vegerin. Ebdullahê ku birêvebiriya kampê dike got ku "Heke em bizanin ku em birçî namînin, em ê li vir nemînin."
Penaberên sûriyeyê ji rayedarên HKIFê dixwazin ku wan neqlî Kampa Bêhirkê ya ku li nêzî Hewlêrê nû hat avakirin, bikin.