TAHRAN
Meclîsa Îranê, pêşnûmaya ku li gor wê, paytext diguhere û ji Tahranê dibin bajarekî din qebûl kir.
Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê diyar kir ku di dengdayîna li meclîsê hat kirin de ji 214 parlementeran 110 heban piştgirî dan pêşnûmeyê.
Di çarçoveya planê de dê konseyek bê amadekirin. Ev konsey jî dê di nav du salan de lêkolînê bike "Ka gelo ji bo paytextê nû cihê herî baş li kûder e?"
Kesên ku piştgirî didin planê, ji ber qerebalixa zêde, qirêjiya hewa, zêdahiya trafîkê û xetereya erdhêjê dixwazin ku paytext ji Tahrana ku serjimara wê 12 milyon e, bê barkirin.
Hikûmeta Îranê li dijî vê biryarê derdikeve.