İbrahim Atmaca
22 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2018
RIYAD
Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz û Prensê Welîehd Mihemed bîn Selman serxweşî da malbata rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçiyê ku hat kuştin.
Li gor SPAya ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî, Qral Selman û Welîehd Prens Bîn Selman ji Salahê kurê Kaşikçi ra têlefon vekir û serxweşî danê. Qral Selman û Prens Bîn Selman cuda cuda bi Salah ra axivîn û sersaxî danê û Salah jî spasiya wan kir.
Rêvebiriya Erebistana Siûdî eşkere kiribû, Kaşikçi piştî ku di 2yê cotmehê de ket Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî jê xeber nehat sitandin "di encama xirecira ku li konsolosxaneyê derket de, mir."