Li ser Otorêya Anadoluyê li herêma Duzceyê mij çêbû
Li ser Otorêya Anadoluyê li herêma Duzceyê ji ber ku mij çêbû, mesafeya dîtinê kêm bû
Ömer Ürer
06 Îlon 2026•Rojanekirin: 06 Îlon 2026
photo: Ömer Ürer / AA
DÜZCE
Li ser Otorêya Anadoluyê li herêma Duzceyê ji ber ku mij çêbû, mesafeya dîtinê kêm bû.
Li ser Otorêya Anadoluyê ya ku hatin û çûyîna di navbera Stenbol û Enqereyê da lê çêdibe, li herêma Duzceyê mij çêbû
Ji ber mijê li gişeyên Duzceyê û li herêmên Beykoy û Sînîrciyê mesafeya dîtinê kêm bû û şofêran wesayîtên xwe bi baldarî ajotin.
Wêne : Ömer Ürer/AA
Cendirmeyên li ser rê wezîfedar in hişyarî dan şofêran ku ew bilez neçin û zêde nêzîkî wesayîtên li pêş xwe nebin.
Ji hêla din va, li hin herêmên Rêya Hawîrdor a Bakur a ku bajêr bi rêya D-100î va girê dide û li ser rêya ku diçe parka siruştê ya ku sûlavên Aydinpinar û Guzeldere lê ne jî mij çêbû.