ANKARA
Parêzerên Serokê rêxistina terorê PKKê Abdullah Ocalanê ku niha li Girtîgeha Îmraliyê hikûmxwariye ji bo "ji nû ve bê darizandin" û "cezayê înfaza wî bidin sekinandin" serî li dadgehê dabûn. Dadgeha Cezayê Giran ya 11mîn a Ankarayê jî ve daxwaza wan red kir. Li ser vê biryara dadgehê parêzeran jî îtiraz li biryara dadgehê kir.
Dadgeha Cezayê Giran ya 12mîn a Ankarayê ya ku îtiraz li wê derê hat kirin ji bo dozê ji dozger mutalea xwest.
Parêzeran "Ocalan ji bo ji nû ve bê darizandin" û li gor xala 312emîn a CMKyê "cezayê înfaza wî paşve bê avêtin" serî li Dadgeha Cezayê Giran ya 11emîn a Ankarayê dabûn. Dadgehê ev daxwaza wan bi yekdengiyê red kir.
Parêzerên Ocalan îtiraza xwe spartin zagona bijimara 6459an ya ku di nav gel de wek "Besteka Darazê ya 4emîn" tê zanîn û li ser vê serî li dadgehê dan.