BATMAN
Li Batmanê 164 xwendekarên li 3 navendên perwerdeyê piştî xwarinê nexweş ketin û rakirin nexweşxaneyê.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Batmanê Şerîf Akboga, xwendekarên li nexweşxaneyê ziyaret kir û der heq wan de agahî hilda û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de got ku: Li dibistana Mehmet Akîf Înan 42, li dibistana Yaylicayê 72, li dibistana Şeyhçobanê 50î xwendekar, piştî xwarina çomê mirîşkê û vexwarina dew nexweş ketine.
Akboga got ku xwendekar rakirine nexweşxaneyên bajêr û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Li 3 navendên perwerdeyê ji bo 164 xwendekaran xwarin hat belavkirin. Ji bo hedîseya jehrîketinê lêkolîn hat destpêkirinê. Me ji bo nimûneyên xwarinê Midûriya Xurek, Çandin û Ajalvanî agahdar kir. Li gor agahiya ku min ji rayedarên nexweşxaneyê girt, ji xwendekaran nexweşê ku rewşa wî giran be tuneye. Gava ku me xeber hilda midûriyeta me servîsên ku pê xwendekar tên kişandinê şande gundê wan, malbat bê pirsgirêk û bi lez gihandin nexweşxaneyan."