MÛŞ
Li Mûşê erdhejeke ku lerza wê 5,1 bû qewimî.
Li gor agahiyên Enstîtuya Lêkolînê ya Erdhejê ya Çavdêrxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê erdhej di saet 23.40î de qewimî. Navenda erdhejê jî gundê Tutenê ye.
Şêniyên navend û navçeyên Mûşê jî bi erheja ku 2 kîlometre û nîv di bin erdê de qewimî hesiyan.
Hat zanîn ku di erdhejê de tiştek bi tu kesê nehat bi tenê di 4 malan de hin xisar pêk hat.
Welatî ji ber tirsa erdhejê, bi şev neçûn malên xwe.
Erdhej ji bilî li navend û navçeyên Mûşê li Erzûrûm, Agirî û Bîngolê jî hat hîskirin.