Türkan Tosun
22 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê S-400 û F-35an da daxuyand ji ber ku Tirkiyeyê S-400 stendine dibe ku ew ji projeya F-35an bê derxistin û F-35 neyên teslîmkirin û ew rêyên din bigere da wiha axivî: "Çawa ku ji bo S-400an em rêyên din geriyan û me bi Rûsyayê ra peymana S-400î çêkir, heta Tirkiye bi xwe çêbike ewê hewcedariyên xwe ji çavkaniyên din peyda bike. Ev heqê wê yê xwezayî ye."
Çavuşoglu di TGRT Haberê da der barê rojevê da axivî û pirs bersivandin.
Ji Çavuşoglu hat pirsîn "Tirkiyeyê ji ber ku S-400 stendine dibe ku ew ji projeya F-35an bê derxistin û F-35 neyên teslîmkirin. Tirkiye wê demê ji Rûsya û Çînê wê F-35an bistîne, nûçeyên wiha hene hûn çi dibêjin?" Li ser vê Çavuşoglu got di vê mijarê da Tirkiye veberhênanên cidî dike, ji sedî 70ê hewcedariyên xwe bi xwe peyda dike.
Wezîr Çavuşoglu got ew girîngiyê didin pîşesaziya parastinê û anî ziman ji bo tank, balafirên şer û firokeyan bi xwe çêbikin ew hewleke mezin didin.
- "Me dest bi îxracatê kir"
Der barê tankên Altay û firokeyên Atak da Çavuşoglu wiha got: "Êdî me dest bi îxracatê kir. F-16ên me hene, balafirên me yên şer hene. Teknolojiyên nû hene, hewcedarî zêde dibin."
- "Heta Tirkiye bi xwe çêbike ewê hewcedariyên xwe ji çavkaniyên din peyda bike"
Çavuşoglu der barê S-400 û F-35an da daxuyand ji ber ku Tirkiyeyê S-400 stendine dibe ku ew ji projeya F-35an bê derxistin û F-35 neyên teslîmkirin û Tirkiye wê rêyên din bigere da jî wiha axivî: "Çawa ji bo S-400an em rêyên din geriyan û me bi Rûsyayê ra peymana S-400î çêkir, heta Tirkiye bi xwe çêbike ewê hewcedariyên xwe ji çavkaniyên din peyda bike. Ev heqê wê yê xwezayî ye. Kes nikare tiştekî bibêje. Rêvebiriyeke bibêje 'Em nikarin Patrîotan bifroşin ji ber vê Tirkiye S-400î distîne' sibê heke F-35an nede Tirkiye jî dikare alternatîfên din bigere, wê demê hekê wan tune gotinekê bibêjin."
Li ser pirsa "Heke li hemberî Tirkiyeyê mueyîde bên kirin Tirkiye wê bersiveke çawa bide?" Çavuşoglu wiha got: "Heke Amerîka li hemberî me tevgereke dijminane bike, tiştekî me yê veşartî tune emê jî gavên dijî wê bavêjin."
Wezîr Çavuşoglu der barê êrîşên li Îdlibê da jî wiha got: "Berpirsiyariya rawestandina êrîşên rejimê ya cîranê me Rûsyayê ye."