Ukrayna: Artêşa Ûris 19 hezar û 800 esker ji dest dan
Kiev
Hat ragihandin di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê da artêşa Ûris 19 hezar û 800 esker, 158 balafir, 143 firoke û 739 tank ji dest dan.
Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê ji 24ê Sibatê heta 13ê Nîsanê zirar û ziyana artêşa Ûris eşkere kir.
Hat diyarkirin di şerê Rûsya û Ukraynayê da 19 hezar û 800 esker, 158 balafir, 143 firoke, 739 tank, 1964 wesayîtên bizirx, 358 top, 115 pergalên roketavêjê û 64 pergalên parastina esmanî yên artêşa Rûsyayê hatine berterefkirin.
Ji bilî vê hêzên Rûsyayê 1429 wesaît, 7 keştî û keştiyên bilez, 76 wesayîtên sotemeniyê û 132 wesaîtên esmanî yên bêfirokevan jî ji dest dan.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya 25ê adarê da gotibû li Ukraynayê 1351 eskerên Ûris hatine kuştin.