Binavgerên Midûriya Şûbeya Lengergeha Behrê ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr, tîmê xilaskirinê ya bin avê ya Jendirmeyan û tîmên Midûriya Rewşa Acîl û Bobelatê ya Bajêr ji bo dîtina Ûmut Yonat, Bahadir Sari, Efe Baybureyê ku duh ketibûn Robara Ergeneyê û pişt re winda bûbûn, xebatên xwe berdewam kirin.
Tîman di kîlometroyek wêdetirê cihê ku zarok li wir winda bibûn xebatên xwe yên lêgerînê berdewam kirin û û di encamê de gihaştin termê Efe Baybure.
Tîmên jendirmeyan termê zarokê ji nav robarê derxistin û rakirin morxa Nexweşxaneya Dewletê ya Mûratliyê. Malbata Baybure dema ku term hat derxistin li ber xwe neda. Xizmên malbatê hewl dan ku dilmîniyan bidin ber dilê malbatê.
Tîmên xilaskirinê ji bo dîtina termên Ûmut Yonat û Bahadir Sari xebatên xwe berdewam dikin.