MEXMÛR
32 şofêrên Tirk ên ku çendek berê li Mûsila bajarê Iraqê ji aliyê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ve hatin desteserkirin, serbest hatin berdan. Şofêrên ku hatin Mexmûrê ji aliyê rayedarên Tirk ve hatin pêşewazîkirin.
Şofêrên tiran ên ku di 10ê hezîranê de li Mûsilê ji aliyê DÎŞIyê hatin desteserkirin piştî ku serbest bûn, hatin kampeke li Mexmûrê. Koma ku li vir ji aliyê Serkonsolosê Tirkiyeyê yê Hewlêrê û hin rayedarên din ve hat pêşewazîkirin, ji kontrola nasname û tenduristiyê hat derbaskirin.
Piştre koma ku li otobêsê siwar bû li gel rayedaran hat pêşiya avahiya Qaymeqamtiya Mexmûrê. Rayedar û koma şofêran di refeqatiya hêzên ewlekariya HKIyê ve bi konvoyî ber bi Hewlêrê rê ketin.
Şofêrên ku rewşa tenduristiya wan baş in dema ku li otobêsan siwar bûn, "Herî mezin Tirkiye" û "Her bijî Tirkiye" dirûşme berzkirin.