TBMM
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala diyar kir ku rêya Diyarbekir-Bîngolê 25 rojan nehatiye girtin û wiha pê de çû: "Ev derew e, dezenformasyon e."
Di Komîsyona Navxweyî ya TBMMyê de di dema hevdîtinên li ser "Pêşnûmaya Zagonê ya ji bo ku teror biqede û civak li hev rûnê" dihatin kirin meseleya rêgirtinê jî hat nîqaşkirin. Lewra di rojên borî de endamên rêxistinê li hin deveran rê girtibûn.
Parlementerê MHPê yê Edeneyê Seyfettîn Yilmaz, destnîşan kir ku ew bi her awayî li dijî pêşnûmayê ne û îdia kir ku endamên rêxistinê zarokan direvînin, li rojhilat û başûrê rojhilat hakimê hin deveran e û rêya Diyarbekir û Bîngolê jî 25 rojan girtine.
Li ser van îdiayan Wezîrê Karên Navxweyî Ala xeberda û got ku dema parlementer dane û reqeman bi kar tînin divê rastiyê ji me bipirsîn û hîn bibin. Ala ji bo îdiaya rêgirtinê jî wiha got: "Li Tirkiyeyê tu rêyek 25 rojan nehat girtin. Ev derew e, dezenformasyon e. Weke ku hûn jî zanin hin pirsgirêk qewimîn. Mifteyên TIRan biribûn. Kaşker çûn cihê bûyerê û rê jî çendekê girtî ma."