ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, "HDPyê dîsa bi awayekî dereqanûnî bang kir. Li dijî qanûnên me ye ku ji bo daketina kolanan bangî merivan bikin. Helbet berpirsyariya van merivan, berpirsyariya kesên ku dadikevin kolanan, berpirsyariya van zarokan li ser milê HDPyê ye. Em dixwazin ku gelê me teqez guh nede vê bangê û li gor vê bangê tevnegere."
Ala li Otêla Termal NG Guralê ya Afyonê ku Civîna Nirxandin û Şêwrê ya 23yemîn a AK Partiyê lê hat kirin pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirsa der heqê banga HDPyê de Ala wiha axivî: "Duyemîn xeletiya mezin a HDPyê ew e ku dîsa bangek kir, dibe ku ewlehiya can û malê mirovên me bixe xetereyê. Ev welat welatê me hemûyan e û berpirsyariyên me yên ku divê em wekî çavên xwe lê binêrin hene. Bangî wan zarokan dikin ku dakevin kolanan û dahatuya wan ji dest wan tê sitandin. Ji ser wan siyaset tê kirin. Ev tiştên rast nînin."